Adar 21, 2023 20:16 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: “Gelek xalên me yên hêzê ne û berpirsan jî zêdetir ji berê pişt kutane şiyana navxweyî”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina xwe ya bi boneya Newrozê li Herema paqij a Îmam Reza (S) tekez kir: “Me gelek xalên hêzên hene û berpirsan jî zêdetir ji ber pişta xwe kutane şiyana navxweyî.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Sêşemî) di axaftina Newrozê da li Herema paqij a Îmam Reza (S) got: “Pergala me Komara Îslamî ye; ne divê derve li 'Komar' bikeve, ne jî li 'Îslamî'.”

Wî di dewamê da got: “Divê em bala xwe bidin ser xalên hêzê û wan zêde bikin, bidin xuyandin û berfireh bikin, lê hin xalên lawaziyê jî hene; eger me li welêt çar heta pênc xalên lawaziyê yên girîng hebin, di serê van giştan da meseleya abora welêt e ku bi rastî xaleke me ya lawaziyê ye û gelek ji wan mîrasa yên raborî ye (hinek beriya Înqilabê û hin jî piştî Înqilabê).”

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: “Beşên girîng ên aborê divê di destê gel da bin û binkeyên hikûmî û kompaniyên şibh-hikûmî ku bi gotina pîs a 'Xisûletî' (xisûsî-dewletî) wê bi nav dikin, nabe ku digel binkeyên beşa sivîl û nehikûmî bikevin rikeberiyê.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir: “Hikûmet divê serperestyariya hikûmî kêm bike û berovajî, çavdêriya xwe zêde bike û hay lê hebe; divê hikûmet bi diqet û çavdêriyên pêwîst, rêveberiyên aborî bispêre gel.”

Wî got: “Eyba din a mezin li abora me hinardekirina nifta xav e; em divê girêdayîbûna aborê bi hinardekirina nifta xav qut bikin, ku hereketa ber bi hinardekirina berhemên ne-niftî li gorî raporan bi cih tê.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: “Eybeke din a abora me girêdayîbûna bi dolar e; em divê her wiha ber bi qutkirina girêdayîbûna bi dolar va bimeşin.”

 

Serepeyv