Adar 19, 2023 16:46 Asia/Tehran
  • Balyozxaneyên Îran û Behreynê dê bi zûtî bên vekirin

Îlham Azad endama desteya parlimanî ya Îranê ya şandî bo Behreynê got: Di pêvajoya şopandina jinûva-destpêkirina peywendiyên dîplomatîk navbera Îran û Behreynê da, dê bi zûtî balyozxaneyuên du welatan çalakiya xwe ji nû va dest pê bikin.

Endama desteya parlimanî ya Îranê ya şandî bo Behreynê got: Di hevdîtina me ya digel Serokê Parlimana Behreynê li rex Komcivîna Yekitîya Cîhanî ya Nav-Parlimanan, wî ragihand ku ew ê di civîna digel hikûmeta Behreynê û nemaze Wezîrê Karên Derve yê vî welatî da, mijara jinûvadestpêkirina peywendiyan digel Îranê bişopîne.

Endama desteya parlimanî ya Îranê ya şandî bo Behreynê tevî amajeya bi daxwaza behreyniyan ji bo birêxistina dubare ya geştên asimanî bo Îranê, got: Di hevdîtina dgel behreyniyan da, hin daxwaz û behs ji wan birêxistina geştên asimanî navbera bajarên Tehran û Meşhedê digel Menameyê hatin hilêxistin.

 

Serepeyv