Adar 17, 2023 18:18 Asia/Tehran
  • Kenanî: Parlimana Ewropayê veguherîye cihekî ji bo belavkirina nefretê dijî gelê Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Parlimana Ewropayê jî veguherîye cihekî ji bo belavkirina nefretê dijî gelê Îranê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê “Nasir Kenanî” wek berteka hibmerî daxûyanîya Parlimana Ewropayê ya têkildarî bûyerên biguman û di halê hilkolandinê yên têkildarî têkçûna rewşa keçikên xwendekar li hin dibistanên Îranê got: Di halekî da ku Komara Islamî ya Îranê vê mijarê bi awayekî ciddî bi rayedarên astbilind ên welêt vê mijarê dişopîne û komên pispor ên Wezareta Tenduristîyê jî lêkolînên zanistî û meydanî bi awayekî ciddî didomînin, derxistina daxûyanîyê ji hêla Parlimana Ewropayê va û tawanbarkirina bêbingeh a Îranê sedema matmayîbn û mixabinîyê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Li gorî gotina rayedarên dadwerîyê hin sebebkarên vê cinayetê hatine naskirin û di rastîyê da divê Komara Islamî ya Îranê be ku di vê mijara biguman û dijemirovî da gilyan bike û dawekar be.

Parlimana Ewropayê hevdeng digel Qesra Sipî di warê dijberîya hibmerî Îranê da, daxûyanîyek dijî Îranê têkildarî têkçûna rewşa tenduristî ya xwendekrên keç ên îranî pesend kir.

 

Serepeyv