Adar 16, 2023 16:42 Asia/Tehran
  • Erdhejeke bi hêza 5 Rîşteran bakurê rojavayê Îranê hejand

Erdhejeke bi hêza 5 Rîşteran şaristana Xoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakurê rojavayê Îranê hejand.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Enstîtûya Hejpîvandinê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja li şaristana Xoyê ku li hin navçeyên parêzgehê nemaze bajarê Ûrmiyê jî hat hîskirin, saet 15:17 a roja Pêncşemiyê li kûrahiya 16 kîlomitirya erdê da qewimî.

Nûçeyên zêdetir derbarê asta ziyanên vê erdhejê piştî wergirtinê dê bên weşandin.

Pêştir jî di roja 28ê Çileyê da erdhejeke bi hêza 5,9 Rîşteran şaristana Xoyê hejand ku di encamê da sê kesan canê xwe ji dest da û derdora hezar kes jî birîndar bûn.

 

Serepeyv