Adar 14, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • Meytên 71 şehîdên Serdema Berevanîya Pîroz ji derbasgeha Şelemçeyê derbasî nav axa welêt hatin kirin

Meytên paqij ên 71 şehîdên Serdema Berevanîya Pîroz ji derbasgeha Şelemçeyê derbasî nav axa welêt hatin kirin.

Meytên paqij ên 71 şehîdên Serdema Berevanîya Pîroz ji derbasgeha sînorî ya Şelemçeyê li parêzgeha Xûzistanê ya başûrê rojavayê Îranê derbasî niştîmana îslamî hatin kirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Meytên paqij ên van Rêwîyên Bihîştê piştî bi salan dûrbûnê bi pêşwazîya hemwelatiyan û li ser destê welatiyên Abadan û Xoremşehrê vegeriyan hembêza niştîmana îslamî.

Li gorî gotina serdarê sertîp pasdar “Seyid Muhemed Baqirzade” Serokê Komîteya Lêgerîna li Bêserûşûnbûyîyan a Erkantiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, meytên van şehîdan têkildarî operaqsyonên Wel-Fecra Seretayî, Wel-Fecra 1’ê, Xeyber, Bedr, Kerbelaya 5 û serdegirtina dijmin di salên dawiya Serdema Berevanîya Pîroz (şerê sepandî ji aliyê Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da) da ne ku li navçeyên operasyonê yên Fekeya Bakur û Başûr, Çemê Hindî û Çemê Serî, Şerhanî, Giravên Mecnûn, Rojhilatê Dijleyê û Şelemçeyê hatine peydakirin.

 

Serepeyv