Adar 13, 2023 18:30 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Îran amadeyî cihhatina aşitiyê li Ukraynê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Tehran hema ji destpêkê va dijberê şerê Ukraynê bûye û amadetiya Komara Îslamî ya Îranê bo cihhatina aşitî û rawestandina şêr li Ukryanê ragihand.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di civîna rojnamevaniyê ya îro de derbarê alûgurên Ukryanê got, Îran ji destpêkêva dijberê şerê Ukryanê bûye û piştgirî neda ti aliyekî.

 Kenanî her wiha got ku Îranê bi caran ragihandiye ku li şerê Ukryanê çek û rext nedane ti aliyekî û Îranê tevî hevaltiya bi Rûsiyê re piştgirî neda zêdekirina navçeyan ser vî welatî û amadetiya xwe bo kutakirina şêr ragihand.

 Kenanî her wiha derbarê beşariya Îranê di civîna bê derbarê Sûriyê de li Moskowayê got: Baştirkirina peywendiyên Sûriyê bi welatên cîran re ji ewlewiyetên giring ên Îranê ye ji ber ku cîrantiya baş d navbera Sûriyê û welatên giring ên navçeyê ji wan Tirkiyê yê alîkariya aşitî û aramiya li navçe û Sûriyê bike.

Serepeyv