Adar 13, 2023 15:59 Asia/Tehran
  • Kenanî: Danûstandina girtiyan, bila nebe darê destan bo lîstikên siyasî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, bal kişand ser berteka seyr û ecêb ya aliyê amerîkî di warê danûstandina girtiyan di navbera her du welatan de û got: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku danûstandina girtiyan, mijareke tam însanî ye ku divê nebe darê destan bo lîstikn siyasî.

Nasir Kenanî, Yekşemiyê şevê piştî berteka seyr û ecêb a aliyê amerîkî derheq gotinên ‘Husêyn Emîr-Ebdulahiyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê danûstandina girtiyan û diyar kir: Ji Adara par va rêketineke nivîskî derbarê danûstandina girtiyan ji rêya navbeynkarekî re hatiye wajokirin ku nunerê fermî yê Amerîkayê jî ew wajo kiriye lê hikûmeta Amerîkayê hetanî niha bi hinctên curbicur ew cih neaniye.

 Kenanî her wiha got: Di heftiyên derbasbûyî de, peyamên nerasterast di rojevê de bûne ku wê bi roj bikin.

 Husêyn Emîr-Ebdulahiyan roja Yekşemiyê derbarê danûstandina girtiyan bi Amerîkayê re got: Di rojên derbasbûyî de rêketinên baş hasil bûne û ger ji aliyê Amerîkayê va her tişt baş bi pêşde here, di rojên pêşber dê yê rêketin pêk were.

 

Serepeyv