Adar 12, 2023 20:58 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirina Tehran-Riyazê ji bo aştî û ewlehiya mayînde li navçeyê pêk hat

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Lihevkirina Tehran-Riyazê ji bo aştî û ewlehiya mayînde li navçeyê pêk hat.

“Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Yekşemiyê di gotûbêjeke televîzyonî da derbarê lihevkirina navbera Îran û Erebistanê, got: “Me li hev kir ku ji dema weşandina daxuyaniya sê-alî (Tehran, Piken û Riyaz) peywendiyên du welatan veguhere rewşa asayî û wezîrên derve yên du welatan di heyama du mehan da ji bo vekirina balyozxaneyê, danûstandina balyozan û vekirina konsûlxaneyan li Cedde û Meşhedê hevdîtin pêk bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi gotina vêya ku pêşketinine baş di warê berfirehkirina peywendiyan digel welatên cînar di mehên derbasbûyî da pêk hatine, got: Ji çend mehan berê va hin însiyatîv ji bo çareserkirina pirsgirêkan digel hin welatên navçeyê ji wan digel Erebistanê di rojevê da bûn.

Emîr-Ebdullahiyan got: Danûstandina peyaman û gotûbêja ji bo rakirina boykotên zalimane ji ser Îranê di çarçova gotûbêjên Viyenê didomin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê danûstandina zîndanyan digel Amerîkayê jî got: Lihevkirineke baş di rojên dawî da pêk hatiye û eger her tişt ji aliyê Amerîkayê va bi başî bi pêş da biçe, di rojên bê da dê lihevkirin pêk bihê.

 

Serepeyv