Adar 10, 2023 18:00 Asia/Tehran
  • Di daxûyaniyeke hevpar de hat ragihandin: Rêketina di navbera Îran û Erebistanê bo destpêkirina peywendiyên dualî

Komara Îslamî ya Îranê û Erebistana Seûdî li ser destpêkirina peywendiyên dualî û destpêbûna xebeta balyozxaeyên her du welatan li hev kirine.

Di dawiya muzakireyên Îran û Erebistanê îro Înîyê 10 Adarê, bi wajoya Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Musaid Bin Muhemed El-Eyban, Wezîrê Rawêjkar û Endamê Desteya Wezîran û Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Erebistana Seûdî û Wang Yî, Endamê Ofîsa Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst û Serokê Nivîsgeha Komîsyona Navendî ya Karûbarên Derveyî yên partiyê û Endamê Konseya hikûmetî ya Komara Gel a Çînê daxûyaniyeke sêalî li Pikenê hat derxistin.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye: Komara Îslamî ya Îranê û Paşatiya Erebistana Seûdî bi destxweşiya ji Iraqê û Paşatiya Omanê ji ber mazûvaniya gotûbêjên di navbera her du aliyan di salên 2021 heta 2022’an her wiha ji Serok û hikûmeta Çînê jî ji ber mazûvanî û piştgiriya ji gotûbêjên cihhhatî li vî welatî û hewildana ji bo bi encamgihêştina wê sipasî kirin.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye: Di encama gotûbêjên cihhatî de Komara Îslamî ya Îranê û Paşatiya Erebistanê li hev kirin ku herî zêde di heyama du mehan de, peywendiyên xwe yên dîplomatîk dest pê bikin û balyozxane û nunertuiyên xwe vekin.

 

Serepeyv