Adar 10, 2023 16:06 Asia/Tehran
  • Îranê girêbesta kirrîna balefirên Suxo-35’ê ji Rûsyayê tekûz kir

Îranê girêbesta kirrîna balefirên şêrr ên Suxo-35’ê ji Rûsyayê tekûz kir.

Ajansa Sputnik’ê ji zarê Ofîsa Nûnertiya Hertimî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand: Piştî rakirina sînordariyên ji bo kirrîna çekên asayî ji aliyê Îranê va (Li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY’yê), Komara Îslamî ya Îranê di dawiyê da kirrîna balefirên şêrr ên Rûsyayê yên cûreya Suxo-35’ê pejirand.

Li gorî vê raporê, Hûrgiliyên têkildarî vê mijarê nayên weşandin, ji ber ku ji zanyariyên nihênî û rêzebendîkirî ne.

Suxo-35 (Sukhoi Su-35) ji balefirên şêrr ên herî bihêz ên nifşa ++4 li cîhanê ye ku bi radara pêşketî ya Phase Array ya N-035 hatiye teyarkirin û dikare hevdem 30 armancan keşf bike û bi 8 armancan ra şer bike.

Leza herî zêde ya vê balefira şêrr di nizmatiyê da 1500 û di bilindahiyê da 2500 Kîlomitr di saetê da ye û temenê operasyonî yê matorên wê yên bihêz di her dewreyeke xizmetê da û beriya hewcetiya bi kontrolkirin û overhaul’ê 4000 saet e.

Ev balefira şêrr hevdem bi mûşekên asiman-bo-asiman û asiman-bo-erd û dijekeştî û dijeradar jî tê teyarkirin.

Ji bilî vêya, vê balefirê şiyana avêtina cûreyên bomb û mûşekên laser, setlayt û radarî jî heye.

 

Serepeyv