Kenanî: Alman divê ji ber karnameya xwe ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê dawa lêborînê bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanê yên dijî Îranê li Bexdayê şermezar kir û got: Wezîra Karên Derve ya Almanê divê berî her tiştî ji ber karnameya hikûmeta vî welatî ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê lêborînê bixwaze.
Wezîra Karên Derve ya Almanê Analêna Baerbok’ê li Bexdayê hin idia dijî Îranê hilêxistin û tevî tawanbarkirina Îranê bi êrişên mûşekî yên derveyî sînoran, ragihand ku ew êriş nayên qebûlkirin û got: Ew êrişana him sivîlan û hin istiqrara herêmê dixin ber xeterê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ‘Nasir Kenanî’ jî wek berteka hibmerî wan gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanê tevî şermezarkirina wan gotinên dijî Îranê got: Çav li rê bû ku Wezîra Karên Derve ya Almanê berî her tiştî ji ber karnameya hikûmeta vî welatî ya sedema şermê ya berê himberî gelên Îran û Iraqê lêborînê bixwaze ne bi idiayên pûç dijî Komara Islamî ya Îranê hewil bide cinayeta welatê xwe ya piştgirîya ji rejîma Seddam dijî Îranê û cinayeta teyarkirina rejîma Be’sê bi çekên kîmyewî ji bo bikaranîna wan dijî leşker û sivîlên bêberevan ên îranî û iraqî, binuxumîne û veşêre.
Kenanî rola Îranê ya nayê inkarkirinê di piştgirîya ji yekperçetîya axa Iraqê û rêzgirtina li serwerîya vî welatî bi bîr xist û got: Hejmareke berbiçav a komên terorîst û cidatîxwaz ên çekdar ku destê wan di xwîna welatîyên sivîl ên îranî û iraqî da werdayî ye, nika li Almanê sitirîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Gotinên Wezîra Karên Derve ya Almanê dijî Îranê ji Bexdayê va, dewama helwesta piştgirîya Almanê ji terorîstên çekdar û cidatîxwaz himberî Komara Islamî ya Îranê û domandina hewla pûç a ji bo ku derbê li peywendîyên Têhran- Bexdayê bixe, nîşan didin.
Kenanî herwiha got: Dewlet û gelên herêmê şerûtî û piştgirîya hin welatên dîyar ên rojavayî ji wan a Almanê ji dîktatorên şerût ji bîr nakin.