Adar 08, 2023 16:45 Asia/Tehran
  • Li Spanyayê Webînara ronkirina destkeftên Înqilaba Îslamî ya Îranê di warê jinan da hat lidarxistin

Webînara “Ronkirina Destkeftên Înqilaba Îslamî ya Îranê di warê jinan da û rexneyek li femînîzma rojavayî” bi hewla Şêwirmendiya Çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê û bi boneya 8ê Adarê, “Roja Jinan a Navneteweyî” hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Di Webînara “Ronkirina Destkeftên Înqilaba Îslamî ya Îranê di warê jinan da û rexneyek li femînîzma rojavayî” da ku roja Sêşemiyê hat lidarxistin, “Muhemed-Mehdî Ehmedî” Şêwirmendê Çandî yê Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê, got: “Mijara jinan li cîhana îro gelekî girîng e ş divê cîgeha jinan ji hêla Înqilaba Îslamî va were nirxandin û ronkirin.”

Her wiha di vê webînarê da ku tûşî pêşwaziyeke baş ji aliyê berpeyvên îranî û spanyayî va hat, “Hekîme Seqayê Bî-rîya” mamosteya Zanîngeha Tehranê û “Îzabêl Walêro” rojnamevana spanyayî têbînî û nêrînên xwe derheq mafên jinan û ciyawaziya berçavgirtina mafên jinan di civakên rojavayî û îslamî da hilêxistin.

 

Serepeyv