Adar 06, 2023 18:28 Asia/Tehran
  • Mijara gotûbêjên telefonî ya Pûtîn û Reyîsî; berfirehkirina hevkariyên Îran û Rûsyayê

Krêmlînê basa gotûbêja bi rêya telefonê ya serokkomarên Federasyona Rûsyayê û Komara Îslamî ya Îranê ser mêhwera hilkolandina planên binesaziyên her du aliyan kir.

 Dmitry Peskov, Berdevkê Koşka Krêmlînê îro di daxûyaniyekê de bi ragihandina nûçeya gotûbêja bi rêya telefonê ya Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê û Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, destnîşan kir her du alîyan derbarê geşatî û asta peywendiyên dualî di navbera Komara Îslamî ya Îranê de gotûbêj kirin.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye, her du alî bi hilkolandina meseleyên hevkariya du aliyan hev bîr û ra bûn ku peyweniyên Îran û Rûsyayê bi şiklekî erênî di halê pêşketinê de ne.

 Îran û Rûsyayê di warên dualî bi taybet peywendiyên aborî, eskerî û ewlehiyê û her wiha derbarê meseleyên navçeyî û navneteweyî mîna rawestana li ber yekalîtîşopiya Amerîka, berjewendiyên stratejîk ên hevpar hene û eva yek ji hegerên sereke yên hevkariya nêzîk a her du aliyan di salên derbasbûyî de bûye .

 

Serepeyv