Adar 06, 2023 18:12 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî: Meseleya jehrîbûna xwendevanan cinayeteke mezin e

Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî ,meseleya jehrîbûna xwendevanan li Îranê cinayeteke mezin da zanîn ku nikarin bi xemsarî li ser derbas bibin.

 Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî îro piştî çandina sê şitilên daran, amajeyî meseleya jehrîbûna xwendevanan jî kir û bal kişand ser vê yekê ku berpirs û saziyên îtila’atî û ewlehiyê divê bi awayê cidî û bi baldarî vê meseleyê bişopînin û got: “Ev meseleya cinayeteke mezin e ku nikarin bi xemsarî ji ser derbas bibin û ger di vê meseleyê de hin kesan dest hebin, divê sebebkarên wê bi tundî bên cizakirin.”

 Hezretê Ayetullah Xamineyî got ku ev meseleya cinayeta derheq kesên herî mesûm û pak ên civakê yanê zarokan e ku dibe sedema bêewlehiya rewanî li nav civakê û dilnigeraniya malbatan û destnîşan kir: “Bila hemî bizanibin ku ger hinek kes wek sebebkarên vê cinayetê bên naskirin û mehekemekirin yê qet neyên efûkirin, ji ber ku divê ew bi awayê herî tund bên cizakirin ku ji xelkê re bibe dersa ebretê.”

 Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha derbarê çandina sê şitilên daran wek slogana îsal ya Roja Çandina Daran ser navê “Her îraniyek sê şitilên daran” û got: “Ger li gor diruşmeya ku me bijartiye her îraniyek sê şitilên daran biçîne, bernameya hikûmetê ji bo çandina milyarek şitilên daran ji sala 1402’an û di dereqa çar salan de yê cih were.”

 Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser giringiya meseleya çandina şitilên daran bo parastina jîngehê û bi teqeziya ser vêya ku bi alîkariya gel îmkana çandina miliyarek şitilên daran jî heye, got: “Pispor û karzan şîretan dikin ku ji xeynî çandina darên mîweyan, divê darên rêlî û darên ku çoyên wan kêrhatî ne jî bên çandin, ji ber ku bazirganiyaa daran di aborê de roleke giring heye.”

 Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî bal kişand ser hewldana berpirsan ji bo çareserkirina pisrgirêkan û got: “Divê berpirs hemî rêyên aborî yên heyî bi kar bînin ku bikaribin bo çareserkirina pirsgirêkên gel rêçareya baş peyda bikin.”

 

Serepeyv