Adar 06, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê hat Tehranê

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê bi mebesta hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê serdana Tehranê kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Jang Mîng” Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê biryar e îro bi “Hisên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin û gotûbêj bike.

Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê roja 15ê Hezîrana 2001ê li Şanghaya Çînê û bi endamtiya Qezaqistan, Çîn, Qirqîzistan, Rûsya, Tacîkistan û Uzbekistanê hat damezirandin.

Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê ji 9 endamên Çîn, Hind, Qezaqistan, Qirqîzistan, Pakistan, Rûsya, Tacîkistan, Uzbekistan û Îranê pêk hatiye û Efxanistan, Mixolistan û Bêlarûs jî li vê saziyên wek Endamên Çavdêr in.

 

Serepeyv