Adar 06, 2023 16:48 Asia/Tehran
  • Pizîşka îranî yekem emeliyata serkeftî ya pêwenda Paratîroîdê pêk anî

Veguhestina Lûya Paratîroîdê (Parathyroid gland) ji bedena nexweşekî bo bedena nexweşekî din û pêwendkirina wê bi awayê serkeftî ji aliyê pizîşkeke îranî ya cewan va pêk hat.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Nesîm Sodagerî” bo cara yekem li Îranê karî di emeliyateke neştergeriyê ya girîng da beşeke Lûya Paratîroîdê ya nexweşekî veguhezîne bedena nexweşekî din û nîşaneyên başbûnê li bedena nexweşê wergir piştî pênc hefteyan xuya bûn.

Cihguhestina Paratîroîdê li bedena mirovekî ji bo xebitandina wê an jî ji bo kontrolkirin û rêgirtin li xebata wê ya zêdebarî pêvajoyeke asayî bûye, lê heta niha Paratîroîda kesekî bo bedena kesekî din nehatiye veguhestin û pêwendkirin.

Lûya Paratîroîdê ku di rastiyê da çar lû an toşpîyên mîna hêkan û ciyawaz paş Lûya Tîroîdê ne, bi azadkirina Hormona PARATHORMON’ê asta serûmî ya Kelsiyûmê kontrol dikin.

Ev çar lûyên hûr û bi rengê zer roleke bingehîn di bedena mirov da dilîzin û heke nakokiyek di xebata wan da derkeve, xeterên cidî dijî tenduristiya mirov çê dibin.

 

Serepeyv