Adar 05, 2023 17:19 Asia/Tehran
  •  Kenanî: Amerîka ne xwediyê vî mafî ye ku berevaniya demokrasî û mafên merivan bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di twîtekê da nivîsî, Mafê Amerîkayê tineye ku berevaniya ji demokrasî û mafên mirov bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Nasir Kenanî” di twîtekê da nivîsî: Amerîka niha jî hevpeymana stratejîk û piştevana teqil û bêveger a rejîma apartayd a siyonîst e û ne mafê wê yê ku ji demokrasîyêû mafên mirovan berevanîyê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê kiryarên dijminane yên Rejîma Siyonîst li Filistînê û piştevaniya Amerîkayê ji vê rejîmê da, nivîsî: Amerîkayê demekê pişta rejîma apartayd û cihêkar li Afrîqaya Başûr digirt û CIA’yê alîkariya wê rejîmê ji bo girtina Nelson Mandela kir.

Kenanî li ser îdiaya Amerîkayê di warê mafên mirovan da jî nivîsî: Amerîka ne xwediyê vî mafî ye ku berevaniya demokrasîyê û mafên mirovan bike; ji ber ku qet baweriya xwe pê tineye.

 

Serepeyv