Adar 04, 2023 18:26 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê: Em di hêla parametrên tenduristî û dermankirinê da pêşengê herêmê ne

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê got ku beşa tenduristîyê yek ji destkevtên herî mezin ên Şoreşa Îslamî ye û di hemî parametrên vî warî da em li pêş hemî welatên navçeyê ne.

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê “Behram Eynullahî” îro di merasima destpêkirina avakirina nexweşxana hezartextî ya Erdebîlê da ku li Zannîgeha Zanistên Pizişkî ya vê parêzgehê hat lidarxistin, got: “Li rojhilatê Deryaya Sipî em tenha welat in ku 6 cure derzîyên Koronayê berhem tînin.”

Eynullahî dîyar kir ku sedî 99ê dermanan li hundirê Îranê tên berhemanîn û got: “Di hêla dîplomasîya tenduristîyê da jî me bi gellek welatan ra têkilî heye û gellek welat daxwaza alav û xizmetên dermankirinê yên Îranê dikin û Çiqa Zannîgeha Zanistên Pizişkî ya Îranê li şarê Kerbela yê Iraqê hatîye vekirin û em xwe kadroyên wir dabîn dikin.”

Serepeyv