Adar 04, 2023 17:25 Asia/Tehran
  • Setlayta Nahîd-1’ê dê bi zûtî bi mûşeka setlaythilgir a Qaim-100’ê were avêtin

Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê got: Setlayta Nahîd-1’ê di pêşerojeke nêzik da wê bi mûşeka setlayhilgir a Qaim-100’ê bo fezayê were avêtin.

“Hisên Delîrîyan” Şêwirmendê Serokkomar û Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê di gotûbêja bi Tasnim News’ê ra derbarê taybetmendiya setlayta telekomê ya Nahîd-1’ê, got: Setlayta Nahîd-1’ê pêngava herî pêşîn di stratejiya pêşxistina setlaytên telekomê yên Îranê ye ku teknolojiyên girîng wek mekanîzma panelên tavê yên tên vekirin, têkilîdanîn di Banda ‘Ku’ da, ... tê da hatine pêşxistin.

Delîrîyan her wiha got: Li gorî plandarêştina pêkhatî derbarê setlaytên telekomê, dê şiyana Kompaniyên Zanistbingeh ên beşa sivîl ji bo kemilandin û pêşxistina Telekoma Feza-bingeh were bikaranîn.

Berdevkê Rêxistina Fezayî ya Îranê got: Setlayta Nahîd-2’ê jî pêngava diduyan a Pîşeya Fezayî ya Îranê di warê Telekoma Fezabingeh e.

Şêwirmendê Serokê Rêxistina Fezayî ya Îranê her wiha got: Setlayta Nahîd-2’ê ji jêrpergala dehfder ji bo pêkanîna manovra cih-guhestina navbera xolgehan, barê relay’a telefonî ji bo têkilîdanîna telefonî ya fezayî digel îstgehên ser Erdê, amûra hilgirtin û şandina dane û zanyariyan, pergala cihbîn a serbixwe ya setlaytên navîgasyonê û hwd sûd werdigire û li gorî babetên navbirî, ev setlayt anegorî Setlayta Nahîd-2’ê dê bi awayekî berbiçav pêşketîtir be.

Îran niha ji deh welatên rêza pêşîn ên xwedî çerxeya tam a çêkirin û avêtina setlaytê û mûşeka setlayhilgir e.

 

Serepeyv