Adar 04, 2023 16:19 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem li Îranê; Berhemanîna mirwariyê bi rêya xwedîkirina Sedefên Mirwarîsaz

Cihênerê Bernameya Gewherên Kevir a Îranê qala xwedîkirina Sedefên Mirwarîsaz bi armanca berhemanîna morî yan mirwarîyê li nav welêt kir.

“Ebû Muhemed Haşimî” Bernameya Gewherên Kevir a Îranê di gotûbêja bi IRIB News’ê ra got: “Ji bo zêdekirina pişka Îranê ji bazirganiya cîhanî ya gewherên kevir, di bernameyeke hevpar digel Rêxistina Avjîmeniyê ya Îranê da, plana  hilkolandina berhemanîna mirwariyê ji Sedefên Mirwarîsaz bo cara yekem li navçeya taybet a aborî ya Parsîyanê li başûrê Îranê dest pê bûye.”

Haşimî derbarê asta sermayeguzariyê ji bo zêdekirina pişka Îranê ji bazirganiya cîhanî ya gewherên kevir, got: “Plandarêştin pêk ahtine û li gorî demsala girtina sedefan, ev kar ji havîna bê da wê dest pê bibe.”

Pişka Îranê ji bazirganîya cîhanî ya gewherên kevir sedî 0.2 ye ku ev reqem biryar e bigihêje sedî 2.

Gewherên Kevir ku wek gewher û kevirên biha jî tê binavkirin, parçeyeke krîstalên tiraşdayî û vebiriqandî ye ku wek cewahir û xeml tê bikaranîn.

 

Serepeyv