Adar 03, 2023 16:33 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: Şerê hevdudanî yê dijmin li hemberî vîna gelê Îranê tûşî şikestê bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku dijminên Îranê şerê hevdudanî li dijî gel bi rê xistine, got: Vîna gelê Îranê hemî komployên dijminan bêbandor kirine.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Îniyê li koma gelê şaristana Deştiyê li parêzgeha Bûşêhrê ya başûrê Îranê bi gotina vêya ku gelê Îranê roja îro xwedî serxwebûn, azadî û pergalekê ye ku li gorî

dengê gel û demokrasiya dînî ye, got: Gelê Îranê di warên cûr bi cûr da dirûşma ‘Em dikarin’ê praktîze kirine û bi vîn û bibiryar li dû serfirazî û serxwebûnê ne.

Reyîsî bi gotina vêya ku hêza gel, boykot û gef û şerê 8 salî (şerê Iraqê dijî Îranê di dehsaliya 1980î da) têk birin û istikbara cîhanî matmayî hişt, got: Şerê hevdudanî yê dijmin bi armanca rawestandina trena pêşketinê ya Îrana îslamî di warên

leşkerî û aborî da tûşî şikestê bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser şerê medyayî yê dijmin ji bo pêkanîna xof û stresê li nav xwendevanan û malbatên wan û got: Di meseleya pêkhatî da min Wezîrên Îtilaat û Karên Hundir erkdar kirin ku di dema herî lez da

bişopînin û xelkê di vî warî da agah bikin.

Di rojên derbasbûyî da hejmareke xwndevanên dibistanan li hin bajarên Îranê tûşî fetisîn û jehrîbûnê bûne û komên pispor heger û sedemên vê yekê lêdikolin.

 

 

Serepeyv