Adar 02, 2023 19:02 Asia/Tehran
  •  Meşqa Berevanên Asimanê Welayet-1401’ê; Bo cara yekem tûnêlên bin erdê yên taybetî Pergala Berevaniya Asimanî hatin nimandin

Di meşqa leşkerî ya “Berevanên Asimanê Welayet-1401”ê bo cara yekê, wêneya derketina Pergala 3ê Xordadê ji meqerekê û ji tûnêla nepenî hat weşandin da ku ev tûnêl bo cara ewilî bên nimandin.

Bi vî awayî bo cara ewilî ye ku tûnêl û hêlînên bin erdê yên sîstemên Berevaniya Asimanî yên Îranê hatin nimandin. Ev nimandin di halekî de cih tê ku pêştir tûnêl û hêlînên jêrzemînî yên xwefirran hatibûn nimandin.

 Emîr “Qadir Rehîmzade”, Fermandeyê Biryargeha Hevpar a Berevaniya Asimanî ya Xatemul-Embiya (S) pêştir gotibû ku di meşqa îsal de bo cara yekê, bi tenê beşek ji kiryara beşa nepenî ya Berevaniya Asimanî, ku bo girtina pêşiya keşf û naskirina cihê damezrînê li Navendên Balefirên Cengê û tûnêlên jêrzemînî hatiye bicihkirin û di dema pêwîst ji cihên xwe yê derkevin û piştî operasyonê di demeke herî kin de yê bên veguhestin bo cihên xwe yên nepenî, yê werin nîşandan.

 Hêjayî gotinê ye ku  Hêzên Çekdar ev çend sal in stratejiya dîzaynkirin û çêkirina meqer û tûnêlên jêrzemînî yên nepenî girtine ber xwe. Sipaha Pasdarên Şoreşa Îsamî û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê xwediyê mqerên bi vî rengî ne. Ji vê navberê, Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî bi hebûna bajarên mûşekî yekim pêngava çêkirina meqerên nepenî yên jêrzemînî hilanî û meqerên taybetî xwe praktîze kirine.

 

Serepeyv