Adar 02, 2023 18:23 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Destpêkirinqa xebata Faza 14an a Palîngeha Parsa Başûr, cihhatina vê sloganê ye ku ‘’ Em dikarin’’

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Destpêkirina xebata Faza 14an a navenda Parsa Başûr, nîşana viyana bilind û cihhatina slogana ‘‘ Em dikarin’’ê bûye ku tam û tekûz cih hatiye.

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, îro Pêncşemî di mersima destpêkirina xebata Faza 14an a Palîngeha Parsa Başûr wek faza tam îranî ya vê navendê, destxweşî li hemî karbidest, kargêr, pispor û bi taybet karkeran bo çêkirina vê palîngehê kir û got: Berjewendiyên vê palîngehê û berhemên wê dikare hineke beşên giring ên pêşeya niftê û enerjiyê yên welêt çalak bike.

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şîrketên biyanî ku ji bo avakirina Faza 14an a Palîngeha Parsa Başûr hatibûn Îranê, wer dizanîn ku piştî çûyîna wan yê karê vê faza palîngehê were rawestandin, terka Îranê dan, lê pisporên ciwan ên Îranê nehiştin ku kar were rawestand û bi hevkariya wan kete gerr û xebatê.

 Faza 14an a Palîngeha Parsa Başûr dawî navenda palavtinê ya di halê pêşketinê ya Parsa Başûr ye ku Kompaniya Nift û Gazê ya Parsê bi nunertiya şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û peymankarên navxweyî bi serokatiya Rêxistina Berfirehkirin û Nûjenkirinê ya Paêşeyên Îranê (IDRO) qonaxên çêkirina û xebata wê bi cih anîne.

 Bi destpêbûna xebata tam û tekûz a berfirehkirina Faza 14an a Palîngeha Parsa Başûr rojê zêdetirî 50 milyon metrekûp berhem jê tê rakirin û berhemên wê yên salane bo hinardekirina bi qasê 3.5 milyar dolarî ye.

 Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di dewra diduyan a serdanên xwe ya parêzgehan gihêşt parêzgeha Bûşêhrê û ji hêla nûnerê Weliyê Feqîh û Pêşnimêjê Bûşihrê, Parêgar û hinek rayedarên xwecihî va hat pêşewazîkirin.

 Destpêkirina xebata amûrê ku avê şêrîn dike ya Bşûşhrê, hevdîtina bi xelkê vî bajarî û xekê bajarê Xormocê, hevdîtina bi alimên şîe û sunne yên parêzgeha Bûşêhrê, civîna pisporiyê bi sermayeguzar û çalakvanên aborî û çandî yên parêzgeha Bûşêhrê û beşdariya di civîna geşatî û sermayeguzariyê ya parêzgehê wek beşek ji berameyên serdana durojî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya parêzgeha Bûşêhrê hatine ragihandin.

 

Serepeyv