Sibat 27, 2023 18:09 Asia/Tehran
  •  Rawêjkariyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Genevê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku ji bo beşdariya di civîna Konseya Mafên Mirovan û civîna salane ya civîna Jiçekkirinê de serdana Genevê kiriye, cida cida bi wezîrên Derve yên Ermenitan û Belcîkayê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Huseyn Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro li Genevê bi Mîrzoyan Ararat, Wezîrê Karên Derve yê Ermenisanê re hevdîtin pêk anî û derarê meseleyên li gor elaqeta her du aliyan gotûbêj kir.

 Emîr-Ebdullahiyan her wiha bi Haca Lehîb, Wezîra Karên Derve ya Belcîkayê re hevdîtin pêk anî.

 Wezîrê Karên Derve yê Îranê beriya van hevdîtinan bi Wezîrê Karên Derve yê Fenlandê re jî gotûbêj kir.

 Wezîrê Karên Derve yê Îranê bo beşdariya di civîna Konseya Mafên Mirovan û civîna salane ya Jiçekkirinê serdana Genevê kiriye.

Konseya Mafên Mirovan 47 endamên xwe hene û civîna Jiçekkirinê jî ji 65 endamên NY’yê pêk hatiye.

 

Serepeyv