Sibat 24, 2023 14:25 Asia/Tehran
  •  Festîvala Neteweyî ya LecoCup’ê hat lidarxistin

Berpirsê lidarxistina dora 20î ya festîvala neteweyî ya dahêneriyên zanistî-lêkolînî ya Îranê got: Ev rûdan di çarçova 25 lîgên pêşbirkan û du lîgên kargehî da tê lidarxistin.

Festîvala Neteweyî ya Dahêneriyên Zanistî-Lêkolînî ya Îranê bi mebesta xurtkirina şiyanan û keşfkirina ferasetên xwendevanên ji 6 heta 18 salî di 20 çiqên cûr bi cûr da ji wan Robotîk, Birêvebirina erebeyên biçûk bi rêya tîrêjên ronahiyê, dîzaynkirina Pireyên Makaronîyê tê lidarxistin û yên serkeftî dê destûra beşdariya di pêşbirkên navneteweyî yên LecoCup’ê bi dest bixin.

“Yasir Xodadadî” berpirsê vê festîvalê got: Pêşbirkên xwendevanan di sê astên şaristan, parêzgeh û welêt da hatine lidarxistin.

Dora berê ya rûdanên dahêneriya zanisatî-lêkolînî ya di asta cîhanê da li Mesqeta paytexta Omanê hat lidarxistin û Îranê pileya yekê bi dest xist.

 

Serepeyv