Sibat 22, 2023 15:08 Asia/Tehran
  • Fêrkarê îranî mîdala cîhanî ya dahêneriyan bi dest xist

Fêrkarê îranî yê cewan bi dahêneriyeke xwe ya bi navê “Kumê Paraşûtvaniyê ya Hişmend” karî mîdala bronz a cîhanî di yekem beşdariya xwe di rikeberiyên cîhanî û navneteweyî da bi dest bixe.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Reza Şahwelayetî” fêrkarê îranî yê dahêner di dora diduyan a Pêşbirkên Cîhanî yên Dahêneran taybetî endamên sereke yên Federasyona Cîhanî ya Dahêneran (IFIA) da ku bi beşdariya 740 dahêneran ji 32 wlatan ji wan Amerîka, Rûsya, Çîn, Brezîl, Kanada û welatên din ên endamê IFIA’yê li bajarê Genevê ya Swîsê hat lidarxistin, beşdar bû.

Vî fêrkarê îranî yê dibstanan bi dahêneriyeke xwe bi navê “Kumê Paraşûtvaniyê ya Hişmend” karî mîdala bronz bi dest bixe.

Şahwelayetî Nîsana 2022an jî karî bû bawernameya endamtiya hertimî li IFIA’yê, her wiha nasnavê Inv’ê ji vê federasyonê bi dest bixe. Tê gotin “Inv” nasnavê herî bilind e ku dahênerek dikare di asta cîhanî da wê bi dest bixe.

 

Serepeyv