Sibat 20, 2023 16:45 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê: “Îran tenha welatê berhemnerê vaksînê li navçeyê ye”

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê ragihand ku Îran tenha welatê berhemênerê vaksînê li navçeyê ye.

“Behram Eynullahî” Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê îro bal kişande ser ragihandina Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê (WHO) derbarê vêya ku Îran tenha welatê berhemênerê vaksînê li navçeyê û got: “Îran bi personelên têkoşer û jêhatî li  hemberî Nexweşîya Koronayê bi ser ket û pêşengê welatan e.”

Behram Eynullahî her wiha got: “Vîrûsa Koronayê li hemî cihên cîhanê yeksan bû û tevî diyarbûna vê nexweşîyê li nav welêt, boykot nehatin rakirin; ev yek necamêrane ye.”

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê her wiha got: “Di mijara dîplomasîya tenduristîyê da gelek welatên navçeyê dixwazin ku derman û alavên pizîşkî raberî wan were kirin, divê rewşek were dabînkirin da ku têkilîya tev welatên din derbasî qada  pratîkî bibe û di warê hinardekirinê da gotûbêj bikin.”

Serepeyv