Sibat 20, 2023 08:59 Asia/Tehran
  • Bêhrûz Kemalvendî: “Heta niha me zengînkirina Ûraniyûmê zêde ji asta sedî 60 pêk neaniye”

Berdevkê Rêxistina Enêrjîya Atomê ya Îranê wek berteka li hemberî nûçeya peydabûna Ûraniyûma bi asta zengîniya zêdetir ji sedî 84, got: “Heta niha me zengînkirina Ûraniyûmê zêde ji asta sedî 60 pêk neaniye”

“Bêhrûz Kemalvendî” Berdevkê Rêxistina Enêrjîya Atomê ya Îranê wek berteka li hemberî nûçeya peydabûna Ûraniyûma bi asta zengîniya zêde ji sedî 60, bi gotina vê yekê ku hebûna pirtik an pirtikên bi asta zengîniya zêde ji sedî 60 di pêvajoya

zengînkirina Ûraniyûmê da bi wateya berhemanîna bi zengîniya zêde ji sedî 60 nîne, got: “Heta niha me zengînkirina Ûraniyûmê zêde ji asta sedî 60 pêk neaniye”

Berdevkê Rêxistina Enêrjîya Atomê ya Îranê bi gotina vê yekê ku rapora Malpera Bloomberg’ê bi armanca xalifandina rastiyan hatiye weşandin, got: “Hebûna pirtik an pirtikên Ûraniyûma bi asta zengîniya zêde ji sedî 60 di pêvajoya meyandina  Ûraniyûmê da xwezayî ye.”

Ajansa Bloomberg’ê ji zarê du dîplomatên payebilind îdia kir ku çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjîya Atomê (IAEA) li Îranê hefteya bihurî Ûraniyûma bi rêjeya zengînkirina sedî 84 peyda kirine.

Îranê bi caran ragihandiye ku çalakiyên wê yên navokî di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjîya Atomê da ne.

Serepeyv