Sibat 19, 2023 18:21 Asia/Tehran
  • Kedkarên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê bi cih bûn

Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku 63 kedkarên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li navçeyên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê bi cih bûne.

Li gorî rapora “Klûba Nûçegihanên Cewan” (YJC), Emîr sertîp “Kiyomers Heyderî” Fermandeyê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “63 kedkarên Artêşê ji bo pêkanîna kiryarên mirovdostane li  kampeke bajarê Semsûrê (Adîyaman) bi cih bûne.”

Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di hevdtian digel malbatên kedkarên şandî yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bo navçeyên erdhejlêqewimî yên Tirkiyê da tevî şirovekirina kiryarên mirovdostane yên artêşê li van navçeyan, got: “Ji ber qewimîna erdhejê li Tirkiyê, kiryarên mirovdostane yên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li vî welatî didomin.”

Emîr sertîp Heyderî her wiha got: “Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hertim amade ye da ku di rewşên dijwar û qeyranan da ji bo raberkirina xizmet û alîkariyan bo gel bikeve tevgerê.”

 

Serepeyv