Sibat 19, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Rola Rêxistina Pîşeyên Asimanî ya Îranê di xurtkirina şiyana asimanî, xwefirr û mûşek da

Serokê Rêxistina Pîşeyên Asimanî ya Îranê tekezî li ser rola vê rêxistinê di xurtkirina şiyana asimanî, xwefirr û mûşekî da kir.

Emîr sertîp “Efşîn Xwacevend” Rêxistina Pîşeyên Asimanî ya Îranê di gotûbêjeke televîzyonî da got: “Zanista çêkirina parçeyan ku em wê wek ‘Bizava Çêkirina Parçeyan’ bi nav dikin, hema bêje li welêt hatiye kemilandin û hin danûstandinên me digel welatên din hene.”

Sertîp Xwacevend her wiha got: “Di warê xwefirran da pêşketineke me ya baş hebûye û dijmin di warên cûr bi cûr û meşqên leşkerî yên cûr bi cûr da karayîya van xwefirran dîtiye.” Rêxistina Pîşeyên Asimanî ya Îranê her wiha got: “Ji bo welatekî berfireh mîna Îranê, em hewcedarê balefirên bêpîlot in da ku berevanîya welatê xwe bikin.”

Rêxistina Pîşeyên Asimanî ya Îranê got: “Xwefirra ‘Kerrar’ê roja îro şiyana firrînê heta 45 Hezar Pêyî (Fût) heye ku ev yek li cîhanê bêmînak.”

 

Serepeyv