Sibat 17, 2023 15:36 Asia/Tehran
  • Hêza Sînorvaniya Îranê bi cûreyên xwefirr, erebe û alavên pêşketî hat pergalkirin

Fermandeyê Çiqa Sînorvaniyê ya Hêza Întizamî ya Îranê ragihand ku sînorvanên Îranê bi cûreyên xwefirr, erebeyên taktîkî û amûrên deryayî hatine pergalkirin.

Li gorî rapora IRIB News’ê, serdarê sertîp "Ehmed-Elî Goderzî" Fermandeyê Çiqa Sînorvaniyê ya Hêza Întizamî ya Îranê bi gotian vêya ku sînorên Komara Îslamî ya Îranê 8 hezar û 755 kîlomitran e, hêvîya xwe diyar kir ku bi pergalên nû weke  xwefirrên naskirin û şerkirinê û erebeyên taktîkî yên taybetî bikaranînê li navçeyên çiyayî, sînorên welêt ewlehtir bibin.

Serdar Goderzî her wiha got: Ji bo jordabirina şiyana operasyona li sînoran di hefteyên derbasbûyî da 70 qayîqên bilez ên çêkirî li Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar a Îranê ketine ber destê hêzên deryavaniyê yên parêzgehên başûr  û bakur ên weke Gulistanê.

Serepeyv