Sibat 17, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Reyîsî hevxemiya xwe tev dewlet û gelê Tacîkistanê ragihand

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevxemiya xwe tev dewlet û gelê Tacîkistanê ragihand.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê bo hevpîşeyê xwe yê tacîkistanî da, ji ber candayîna hejmareke welatiyên vî welatî di bûyera ketina aşîta berfê da sersaxî da.

Di encama bûyera aşîta berfê di çar rojên derbasbûyî da li hejmareke şaristanên eyalta xweser a Bedexşanê li ser sînorê Efxanistan, Tacîkistan û Pakistanê heta niha 17 kes mirine.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi vê bûneyê peyamek ji Îmam-Elî Rehman Serokkomarê Tacîkistanê ra şand û tê da hevxwemiya xwe digel dewlet û miletê Tacîkistanê ji ber candan û birîndarbûna hejmareke welatiyên vî welatî di bûyera aşîrê da li eyaleta xweser a Bedexşanê, sersaxî da.

 

Serepeyv