Vejîyandina 25 yekîneyên berhemanînê li parêzgeha Kurdistanê
Serokê Dadwerîya parêzgeha Kurdistanê got: Bi saya şopandina Dezgeha Dadwerîyê pirsgirêka 25 yekîneyên berhemanînê li vê parêzgehê hat çareserkirin.
Serokê Dadwerîya parêzgeha Kurdistanê Hucet ul Islam Seyîd Hisên Hisêynî li şarê Sineyê di vî warî da got: Di çarçova nehîştina berbendên aborî da, mijara rakirina berbendan ser rêya berhemanînê di destûrkarê da cî girtîye.
Hisêynî herwiha got: Piştgirîya ji demajoya berhemanîn, derfetên karkirinê û çalakkirina şirketên berhemîner ên iflaskirî bi awayekî taybet li parêzgeha Kurdistanê tê şopandin û Dezgeha Dadwerîyê di vî warî da ya ji dêstî tê, dike.
Serokê Dadwerîya parêzgeha Kurdistanê di dawîyê da got: Heta vê gavê 47 yekîneyên berhemîner dosîya xwe raber kirine ku 35 dosîye ji bo şopandina pirsgirêk û berbendan tam amade ne û pirsgirêka 25 yekîneyan jî hatîye çareserkirin.