Tûrbînên îranî li Rûsyê dewsa tûrbînên Siemens'a Almanyayê digirin
Sibat 13, 2023 18:11 Asia/Tehran
Kompaniya Gazpromê ya Rûsyê tûrbînên çêkirî ji aliyê zanyarên îranî va bi kar tîne.
Kompaniya Gazpromê ya Rûsyê ya çalak di warê nift û gazê da vê dawiyê ragihandiye ku Rûsyê dil heye parçeyên dîzaynkirî û çêkirî bi destê zanyarên îranî li dewsa tûrbînên Kompaniya Siemens'ê ya Almanyayê bi kar bîne.
Ji ber boykotên amerîkiyan li ser beşa elektrîk û avê ya Rûsyê, bikaranîna tûrbînên çêkirî li Îranê ji bo beşa pîşeyî ya Rûsyê pêwîst xuya dike.
36 kompaniyên îranî vê dawiyê li Moskowayê civînek digel kompaniyên rûsî ji bo berfirehkirina hevkariyan li dar xistin û li hev kirin.
Ev nûçe di rewşekê da hatiye weşandin ku ji ber pêla nû ya boykotên welatên rojavayî li hemberî Rûsyê, kompaniyên ewropî û amerîkî yeko yeko terka vî welatî dikin.