Sibat 11, 2023 16:59 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Îranê: “Roja 22’yê Behmenê roja bidawîhatina dîktatorîyê li Îranê ye”

Serokê Komara Islamî ya Îranê roja 22’yê Behmenê (11’ê Sibatê) wek salvegera serketina Şoreşa Îslamî ‘‘Roja bidawîhatina dîktatorî û hewcedarîyê û destpêbûna serxwebûn, azadî û Komara Islamî’’ bi nav kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro li koma pişkdarên merasima salvegera çil û çaran a serketina Şoreşa Îslamî li “Meydana Azadîyê” ya şarê Tehranê, ev roja pîroz kir û got: “Roja 22’yê Behmenê roja serêxwegirtina mûcizeya sedsalê, bidawîhatina dîktatorî û hewcedarîyê û destpêbûna serxwebûn, azadî û Komara Islamî ye.”

Reyîsî bi gotina vê yekê ku roja 22’yê Behmenê, roja serêxwegirtina vîn û daxwaza gelê mezin ê Îranê ye, dîyar kir: “22’yê Behmenê, sembola hevgirtina neteweyî, yekitî û pişkdarîya pirrcoş a gel di vê boneyê da ye.”

Serokê Komara Islamî ya Îranê amajeyî pişkdarîya berfire ya gel di meşa bi boneya roja îro da kir û got: “Gelê Îranê di vê rojê da peymanek bi Imam Xumeynî (RE), Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî, şehîdên Şoreşa Îslamî û dozên vê şoreşê ra girêdan û ev peymana zef serratir ji dengdanê ye.”

Ji hêla din va, gelê Îranê di daxûyanîya dawîya vê merasimê da, yekitî, hevgirtin, hevdilî û tifaqa neteweyî ya hemî çîn û qatên komên curbicur û hevrêtîya hemî etnîk, dîn û bawerîyan wek erka dînî û şoreşgêrane û stratejîya herî girîng ji bo pûçkirina hewla dijminan zanîn.

Di dewama vê daxûyanîyê da ber bi serokên welatên zorbêj û dawekerên azadîya bawerî û raderbirrînê ku ji tirsa berfirebûna nûra Quranê, dijberîya hibmerî dînê islamê û tirsandian welatan ji islamê û misilmanan ji xwe ra kirine stratejîya dijminatîyê, hatîye ku roja îro heq û rastbûna Quranê wek kitêbeke esmanî ji bo mirovên li cîhana rojava ku ji ber hizr û bawerîyên mirovan sergiran mane û tênîyê exlaq û me’newîyetê ne, zêdetir eyan û zelal bûye.

Gelê Îranê di dawîya daxûyanîya taybet bi boneya salvegera Şoreşa Îslamî da ragihandin ku “Bereya Berxwedanê” heq e û pêgirî ser pêwîstîya berevanî û piştgirîya ji gelên mezlûm ên Filistîn, Libnan, Sûrîye û Yemenê û xurtkirina kûratîya stratejîk a pergala Komara Islamî kirin.

 

Serepeyv