Sibat 10, 2023 20:44 Asia/Tehran
  • Sibe 11ê Sibatê; Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê

Sibe Şemî, 22ê Behmenê, hevdem digel 11ê Sibatê Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

44an sal beriya niha di 11ê Sibata 1979an da Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.

Bi vê boneyê sibe meşa mezin a gelê Îranê li bajarên seranserî welêt tê lidarxistin.

Her wiha bi vê boneyê ji çend roj beriya niha va cejn û rêûrismên rêzgirtinê yên têkildarî Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê li nav welêt û gelek bajar û paytextên cîhanê hatine lidarxistin.

 

Serepeyv