Sibat 09, 2023 18:16 Asia/Tehran
  • Tenolojîya Fezayî | Setlayta “Nahîd-2”ê heta dawiya îsal dê bo fezayê were avêtin

Wezîrê Têkilîgirtin û Teknolojiya Zanyariyan ê Îranê got: “Setlayta Nahîd-2’ê heta dawiya îsal (1401) dê bo fezayê were avêtin.”

Pîşeya Fezayî wek hêmaneke hêzê ji bo her welatekî tê hesab û Komara Îslamî ya Îranê di salên dawî da pêngavine berdewam û ber bi pêşketinê di warê bidestxistina teknolojiya mûşekî û fezayî da rakirine.

Îran niha di rêza 10 welatên xwediyê çerxeya tam a çêkirin û avêtina setlayt û mûşekên setlaythilgir da ye.

Di vî warî û li gorî rapora IRNA’yê, “Îsa Zarê’-pûr” Wezîrê Têkilîgirtin û Teknolojiya Zanyariyan ê Îranê got: “Setlayta Nahîd-2’ê heta dawiya îsal dê bo Xolgeha LEO’yê (Low Earth Orbit) were avêtin.”

Setlayta Nahîd-2’yê setlayteke telekomê ye ku bi çêkirina wê, Îran derbasî “Pîşeya Têkilîdanîna Fezabingeh” bû.

 

Serepeyv