Sibat 08, 2023 20:44 Asia/Tehran
  • “Şiyana xwefirran a Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê sedî 33 zêde bûye”

Fermandeyê Hêza Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala xurtbûna sedî 33’ê ya şiyana xwefirran a vê hêzê kir.

Emîr sertîp “Hemîd Wahidî” Fermandeyê Hêza Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina komeke fermande, efser û personelên Hêza Asimanî ya Artêşê digel Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî da bi  raberkirina raporekê ji xebata yeksala dawî ya vê hêzê, dîzaynkirin û çêkirina matorên tûrbînî û pîstûnî, fiyûzên teqandinê yên bombeyên balefirê, çêkirina şibîhkerên balefira F-14’ê, overhaul’a 29 balefirên şêrr, 11 hezar car firrîna balefirên  bipîlot û bêpîlot, 230 car firrînên derveyî FIR’ê (sînorê asimanî) û firrînên cûr bi cûr hevrê digel ardûgihandiya asimanî li ser Kendava Farsê ji bo sekinîna li hemberî gefan wek kiryarên herî girîng ên Hêza Asimanî ya Artêşê di vê heyamê da bi  nav kirin.

Fermandeyê Hêza Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di beşeke din a rapora xwe da bal kişande ser damezirandina biryargehên Zanistbingeh ên Hewa-Feza, Hişê Çêkirî (Artificial intelligence) û Cenga Elektronîk û got: “Sexbêrî,  guhdarîkirin û Şopandina setlaytên wênekişandinê di heyama yeksala derbasbûyî da ji kiryarên din ên Hêza Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bûne.”

 

Serepeyv