Sibat 08, 2023 18:37 Asia/Tehran
  • Destwerdana ji derveyî herêmê li Efxanistanê dibe sedema berfirebûna bêewlehîtîyê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê got: Destwerdana ji derveyî herêmê di Efxanistanê da, dibe sedema berfirebûna bêewlehîtîyê li navçeyê.

Civîna pêncan a Dîyaloga Ser Ewlehîya Herêmî bi amadebûna sekreter û rawêjkarên ewlehîya neteweyî yên cînarê Efxanistanê yanî Rûsye, Îran, Hind, Çîn, Tacîkistan, Qirqîzistan, Uzbekistan û Tirkmenistanê îro li Moskowê dest pê bû.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê “Elî Şemxanî” di vê civînê da got ku di 40 salên buhurî û di rewşa herî xirab a Efxanistanê da, Komara Îslamî ya Îranê hertim li rex gelê wî welatî sekinîye û dîyar kir: “Nika jî li gorî temî û rênmayîyên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û tevî pirsgirêkên ku ji ber boykotên zalimane, yekalî û neyasayî yên Amerîkayê ji bo gelê Îranê derketine, dewlet û gelê Îranê tevî domandina alîkarîyên bo gelê Efxanistanê, mazûvanîya hejmareke zêde ya mêvanên ji vî welatî dikin.”

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê amajeyî vê yekê kir ku hewla komkî ya cînaran bi tena serê xwe nikare zemîneyê bo aştî û istiqrara mayînde li Efxanistanê saz bike, ‘‘vîn û pêngavên şênber ên desteya hikimdar li Efxanistanê û akterên din ên hundurê vî welatî’’ rêya xilasbûna ji vê dorvegera nuqsan a bêewlehîtî-bêistiqrarîyê zanî.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê herwiha amajeyî hewlên berdewam ên Amerîakyê ji bo ku Efxanistanê veguherîne doşikekê ji bo berbelavkirina bêewlehîtî û terorîsmê kir û got: “Nabe rê were dayîn bêewlehîtî ku hertim bûye belaya can û serê gelê Efxanistanê bi destwerdana ji derveyî herêmê veguhere belayeke hevpar ji bo gelê hemî herêmê.”

 

 

Serepeyv