Heyva Sor a Îranê: 6 tîmên alîkarîgihên û dermanî bo Tirkiyê hatin şandin
Heyva Sor a Îranê ragihandin ku 6 tîmên alîkarîgihên û dermanî bo Tirkiyê hatin şandin.
Alîkarê Civata Heyva Sor a Îranê di warê Navneteweyî û Însandostane da ragihand ku 6 tîmên alîkarîgihandin, filitandin û dermankirinê bo Tirkiyê hatine şandin.
Li gorî rapora IRNA'yê, "Bêhnam Seîdî" Alîkarê Civata Heyva Sor a Îranê di warê Navneteweyî û Însandostane da tevî amajeya bi qewimîna erdheja îro li Tirkiyê, got: "Piştî qewimîna erdhejê, 'Pîr-Hisên Kolîvend' Serokê Civata Heyva Sor a Îranê bi şandina peyamekê bo du welatên Tirkiye û Sûriyê, tevî sersaxîdan û hevxemiyê, amadetiya vê civatê ji bo şandina tîmên alîkarîgihên û dermanî ji wan ra ragihand."
Erdhejeke giran berbanga îro li başûrê Tirkiyê qewimî ku hinek navçeyên bakurê Sûriyê jî hejandin; di encamê da heta niha zêde ji 1400 kesan li van du welatan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Li gorî gotina şehedên bûyerê, ev erdhej derdora deqîqeyekê berdewam bûye.