Berdevkê Hikûmeta Îranê: “Îran li kêleka gelê Tirkiye û Sûriyê ye”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339325-berdevkê_hikûmeta_Îranê_Îran_li_kêleka_gelê_tirkiye_û_sûriyê_ye
Berdevkê Hikûmeta Îranê got: “Hikûmet û gelê Îranê li kêleka gelê Tirkiye û Sûriyê ne.”
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
Sibat 06, 2023 12:00 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Hikûmeta Îranê: “Îran li kêleka gelê Tirkiye û Sûriyê ye”

Berdevkê Hikûmeta Îranê got: “Hikûmet û gelê Îranê li kêleka gelê Tirkiye û Sûriyê ne.”

“Elî Behadorî Cehromî” Berdevkê Hikûmeta Îranê tevî amajeya bi qewimîna erdheja giran li du welatên Tirkiye û Sûriyê, li ser twitterê hevxemiya xwe digel gelê van du welatan diyar kir û nivîsî: “Bûyera diltezîn a erdheja Tirkiyê ku di encamê  da hejmareke gelê welatên dost û cînar canê xwe ji dest dan, her mirovekî xemgîn dike.”

Erdhejeke bi mezinahiya 7,8 Rîşteran berbanga îro Tirkiye û Sûriyê hejandin. Di encama vê erdhejê da gelek ziyan li van du welatan ketin û li gorî amarên herî dawî, hejmara goriyên vê erdhejê li Tirkiyê gihîşçtiye 912 kesan û li Sûriyê jî 326  kesan canê xwe ji dest daye.

Her wiha 1042 kes li Sûriyê û 5383 kes jî li Tirkiyê birîndar bûne.