Sibat 06, 2023 10:24 Asia/Tehran
  • Zanistbingeh | Dezgeha berhemanîna otomatîk a têlên meftûl li Îranê hat çêkirin

Kompaniyeke îranî ya zanistbingeh dezgehek çê kiriye ku bi awayê otomatîk têlên badayî anku “Meftûl” ji bo mebestên cûr bi cûr berhem tîne.

Kompaniyeke îranî ya zanistbingeh li Şaristana “Aq-Qela”yê ya Parêzgeha Gulistanê dezgehek çê kiriye ku bi awayê jixweber têlên badayî anku “Meftûl” ji bo mebestên cûr bi cûr berhem tîne û wek tenha karistana berhemanîna otomatîk a vê berhemê li cîhanê tê hesab.

Kompaniyên Zanistbingeh li Îranê bi dahênan û çêkrina berhemên nû, hewcetiyên pîşeyên cûr bi cûr dabîn dikin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, “Emîn Çiraxîfer” karsazê îranî û dahênerê vê dezgehê got: “Bi berhemanîna dezgeha tevav-otomatîk a çêkirina têlên meftûl, salê rê li ber derketina du miliyon dolarî ji welêt tê girtin.”

Vî xortê gulistanî her wiha got: “Ev dezgeha îranî heta niha bo welatine mîna Australya, Iraq, Imarat, Efxanistan, Oman û Kanadayê hatiye hinardekirin.”

 

Serepeyv