Sibat 06, 2023 09:36 Asia/Tehran
  • Pêşangeha “Bajarên Hişmend” a Hindê dê mazûvana Kompaniyên îranî yên Zanistbingeh be

Paviyona Kompaniyên îranî yên Zanistbingeh ên çalak di jîwara hişmendkirina bajaran li Hindê tê vekirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Ev paviyon dê ji 27 heta 29ê Adarê bi piştevaniya “Navenda Danûstadinên Navneteweyî yên Zanist û Teknolojiyê” ya “Cîgirtiya Zanist, Teknolojî û Aboriya Zanistbingeh a Serokkomartiyê” û “Sindoqa Dahênan û Geşatiyê ya Serokkomartiya Îranê” li Pêşangeha “Bajarên Hişmend” a Hindê were vekirin.

Ev paviyon bala xwe dide ser mijarine weke têkilîdanîn, teknolojî li bajaran, teknolojiyên têkilîdanînê yên nûjen di bernameyên Hindê ji bo berfirehkirin û pêşxistina bajarên hişmend li vî welatî.

Pêşangeha “Bajarên Hişmend” a Hindê teknolojiyên veguherîner digel hêmanên esasî yên pêşxistina bajaran dike yek û Teknolojiya Zanyariyan (IT) û Têkiliyên Hişmend, avahiyên hişmend, enêrjiya hişmend, hawîrdora hişmend û tevger û livdariya bajarî gişt wek xîm û stûnên sereke ji bo pêşketina bajaran tên hesab.

Pêşangeha “Bajarên Hişmend” a Hindê xebata xwe ji sala 2015an va dest pê kir û niha wek pêşangeh û konferansa herî mezin li Asyayê di vî warî da tê naskirin.

Ev rûdan zemîneyekê ji bo têkiliyên xurttir û rêkarên pratîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bajaran dabîn dike.

 

Serepeyv