Cejna Teklîf’ê ya komeke keçikan bi amadebûna Rêberê Înqilabê hat lidarxistin
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di merasima Cejna Teklîf’ê ya hejmarek keçikên 9 sal tevav da ji wan ra got: “Kulîlk û nûgîhayên xweşdivî bibin dostê Xwedê û wisa bikin ku hûn di rêza jinên mezin ên welêt da cî bigirin.”
Merasima me’newî ya ‘‘Cejna Teklfî”ê ango cejna tevavkirina nehsalîyê û berçavgirtina ferzên dînî bo keçikan bi amadebûna bi sedan keçikên xwendekar û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistina û Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê merasimê da ji wan ra got: “Keçik û kulîlkên min ên xweşdivî! Cejna Teklîf’ê cejn û eydeke rastî ye, ji ber ku ji kêlîya teklîfê va hûn bûne xwedîyê vê qabilîyetê ku Xwedê bi we ra biaxive û we bo erkekê raspêre ku hûn ewê bi cih bînin û ev pille bi vê wateyê ye ku hûn bûne berdengê Xwedê ku pilleyeke zef biqîmet di mirovantîyê da ye.”
Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: “Hûn bi dilên xwe yên nûranî û pak hema ji îro va dikarin bibin hevala Xwedê, yek ji rêyên dostîya bi Xwedê ra eva ye ku dema nimêjkirinê baldar bin ku hûn di halê axavtina digel Xwedê da ne, lewma wateya peyv û risteyên di nimêjê da fêr bibin.”