Sibat 04, 2023 16:53 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi serokkomarê Venezuelayê ra hevdîtin pêk anî

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê ku çûye Karakasê, berbanga Înîyê digel “Nîkolas Maduro” serokkomarê Venezuelayê hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA'yê, Emîr-Ebdullahiyan û serokkomarê Venezuelayê di vê hevdîtinê da derbarê peywendî û hevkariyên dualî û meseleyên navneteweyî şêwirîn.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan êvara Pêncşemiyê di serê desteyeke siyasî da gihîşte Karakasa paytexta Venezuelayê û ji aliyê Wezîrê Veghestinê û Alîkarê Wezîrê Derve yê vî welatî va hat pêşwazîkirin.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha roja Înîyê digel “Îvan Xîl” Wezîrê Derve û “Tariq El-Îsamî” Wezîrê Niftê û “Rodrîguêz” Akîkarê serokkomarê Venezuelayê hevdîtin û gotûbêj kir.

 

Serepeyv