Sibat 04, 2023 16:04 Asia/Tehran
  •  Kompaniyeke îranî ya Zanistbingeh îstgehên bejahî yên Fertîlîzasyona Ewran çê dike

Komeke dahêner û xuliqînerên îranî li kompaniyeke zanistbingeh karîn îstgehên ser erdê yên fertîlîzasyona ewran çê bikin.

“Fertîlîzasyona Ewran” anku “Cloud seeding” şêwazeke guherandina keşûhewayê ye armanca wê guherandina qas an cûreya barîna ewran e ku tê da hin madeyên taybet wek tov bi ser ewran da tên reşandin; ev made rêjeya tîrtiya pêkhateyên ewran zêde dikin an jî şaneyên qeşayê tê da pêk tînin û bi vî awayî pêvajoyên mîkrofîzîkî yên li hundirê ewran diguherînin.

Komeke dahênerên îranî li kompaniyeke zanistbingeh karîn îstgehên bejahî ji bo fertîlîzekirina ewran çê bikin; ev îstgeh bêyî lêçûnên pêkanîna operasyona hewayî, rêjeya barînê ji sedî 15 heta 20î zêde dikin û biryar e bi zûtî li bilindahiyên Şaristana Bîrcendê, navenda Parêzgeha Xorasana Başûr, bi awayê ceribandinî bên avakirin.

Hişkesalî ji bobelatên herî girîng û nasyar ên têkildarî keşûhewayê ye ku bandor li welatên cûr bi cûr kiriye.

Ji ber ku hişkesaliyê beşên cûr bi cûr ên welatan ji wan çavkaniyên avê, çandinî, pîşekarî, abor û tenduristiyê dixe bin bandora xwe, bi giştî rayedar bi alîkariya lêkoleran berê xwe didin rêkarên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Îran jî di salên dawî da tûşî heyamên hişkesaliyê yên çendsalî bûye û li gorî gotina “Elîreza Şehîdî” Serokê Rêxistina Erdnasiyê ya Îranê, heyama hişkesaliyê ji derdora 20 sal pêş va li welêt dest pê bûye.

“Mecîd Elî-Abadî” Cihênerê ‘Bernameya Berhemanîna Madeyên Fertîlîzasyona Ewran’ di gotûbêja bi IRNA’yê ra, got: “Me nimûneya xwe ji bo ceribandinê bo Resedxaneya Neteweyî ya Keşûhewayê ya Rûsyê şandiye û piştrastkirina vê resedxaneyê wergirtiye.”

“Elî-Abadî” her wiha got: “Me nimûneyên wergirtî dan Wezareta Hêzê; di salên destpêkê da bi awayê cribandinî hatin bikaranîn û encamên wan jî hatin dîtin.”

Cihênerê vê bernameyê her wiha got: “Di salên bê da ev bername li seranserî welêt bi awayê berdewam di operasyonên fertîlîzasyona ewran dê were bikaranîn.”

Wî got: “Di salên dawî da ji bilî balefiran, me hin xwefirr jî ji bo vî karî bi kar anîn û niha em madeyên taybet ji bo fertîlîzasyona ewran bi rêya xwefirran berhem tînin û didin Wezareta Hêzê.”

 

Serepeyv