Sibat 02, 2023 15:17 Asia/Tehran
  • Hingiva îranî dê hinardeyî bazarên Çînê bê kirin

Cihênerê Bernameya “Berfirehkirina Xwedîkirina Mêşhingivînan” a Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê ragihand ku hingiva îranî dê hinardeyî bazarên Çînê bê kirin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, “Torec Sarimî” Cihênerê “Bernameya Berfirehkirina Xwedîkirina Mêşhingivînan” a Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê her wiha got: “Me bi Çînê ra lihevtêgihîştinnameyek wajo kiriye ku li gorî wê biryar e hingiva îranî bi awayekî hevgirtî û di hêleke hinardekirinê ya rasterast da bo vî welatî were şandin.”

Sarimî he wiha got: “Di qonaxa yekem da têgihîştinnameyek ji bo hinardekirina 500 heta 2 hezar ton hingiv digel Çînê hatiye wajokirin.”

Cihênerê “Bernameya Berfirehkirina Xwedîkirina Mêşhingivînan” a Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê got: “Li ser daxwaza aliyê çînî ji bo şandina nimûneyên hingivên îranî û analîza wan, niha ev qonax bi cih tên û em pêşbînî dikin ku di pêşerojeke nêzik da derfet ji bo hinardekirina hingiva îranî ya bi kualîte bi avakirina hêleke hinardekirinê ya rasterast û berdewam di navbera Îran û Çînê da were dabînkirin.”

Her sal zêde ji 115 hezar ton hingiv li Îranê tê berhemanîn.

 

Serepeyv