Sibat 02, 2023 14:35 Asia/Tehran
  • Zanistbingeh | “Nermalava Pêderxistina Danebendiya Kevirên Madenê” hat dîzaynkirin

Nermalavek ji bo pêderxistina danebendiya kevirên madenî di dema herî kêm da û bi diqeta herî bilind li nav welêt hat dîzaynkirin û berhemanîn.

Li gorî rapora ISNA’yê, Qabiliyeta hûrbûna baş û guncan hêmayeke girîng di serkeftina operasyoneke teqandinê ye û dikare lêçûnên giştî li madenekê bigihîne asta herî kêm. Roja îro analîza dîmenkî ji ber terxankirina dema hindiktir û lêçûnênkêmtir, şêwaza herî nasyar ji bo nirxandina rêjeya hûrbûnê û tayînkirina rêbazên kolandin û teqandinê (wek qonaxeke berhemanînê li madenên vekirî) yên guncan e.

Heta niha gelek xebat bi mebesta tayînkirina danebendiya girseya kevirên hûrbûyî bi bikaranîna nermalavên analîza dîmenkî pêk hatine, lê ji ber lêçûnên giran û hokarên din, di pirraniya babetan da encamên pêkhatî ji van nermalavan bêyîvekolandinê û pîvandina esehiya wan hatine bikaranîn.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomartiya Îranê, “Nermalava Pêderxistina Danebendiya Kevirên Madenê” ku ji aliyê kompaniyeke zanistbingeh va û bi piştevaniya “Koma Geşepêdana Jeomatîkê” ya “ErkatiyaBerfirehkirina Teknolojiyên Fezayî û Veguhestina Pêşketî” ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Aboriya Zanistbingeh a Serokkomartiya Îranê va hatiye dîzaynkirin û berhemanîn, nermalavek e ku bi raberkirina algorîtmekê, di dema herî kin da û biawayekî guncan mezinahiya parçeyên kevir an jî danebendiya kevirên hûrbûyî ji ber teqandinê li madenan diyar dike û daneyên amarî yên têkildar dabîn dike.

 

 

Serepeyv