Çile 31, 2023 18:33 Asia/Tehran
  • Kenanî himberî gotinên dije-îranî yên Blînken û Netanyahû bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî gotinên dije-îranî yên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst ku derbara xetera vê çendê da ku Îran çekên navokî bi dest bixe da hişyarî dane, ragihand: ‘’Babeteke pêkenî lê rast e, sûckar û binpêkerên qanûnê dibin alahilgirê ewlehîya navnetewî.’’

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Nasir Kenanî” wek berteka himberî gotinên dije-îranî yên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst di tiwîtekê da nivîsî: “Wezîrê Karên Derve yê welatê ku cara yekê bomba navokî li cîhanê bi kar anîye û Serokwezîrê rejîma sîyonîst a sexte û zevtker ku cebilxaneyeke atomî ya bixof û derveyî çavdêrîyê heye, li rex hev disekinin û derheq xetera vê yekê ku Îran (endamê NPT’yê û pabendê wê) çeka navokî bi dest bixe, hişyarîyê didin! 'Babeteke pêkenî lê rast e, sûckar û binpêkerên qanûnê dibin alahilgirê ewlehîya navnetewî.’’

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê “Antonî Blînken” ku çûye Filistîna Dagirbûyî, bi awayê cida digel Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst Benyamîn Netanyahû, Serokê rejîmê ”Îshaq Hertzog” û Wezîrê Karên Derve yê rejîma demkî ya sîyonîst “Êlî Kohên” hevdîtin pêk anîye.

Blînken duh di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Netanyahû da got ku “Waşîngton pabendê ewlehîya Israyîlê û israyîlîyan bûye û ev pabendbûna yê ti wextî neguhere.”

Welatên Rojava bi serkêşîya Amerîka û Rejîma Sîyonîst di salên buhurî da Îran bi şopandina armancên leşkerî di çarçova bernameya navokî da tawanbar kirine.

Komara Îslamî ya Îranê jî bi tundî ev yeka red kirîye.Îran pêgirîyê dike ku wek wajokereke “Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên Atomî” (NPT) û endameke “Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî” (IAEA) mafê xwe yê bidestxistina teknolojîya navokî ji bo armancên biaştî heye.

Bilî vîya, lêgerên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) bi caran li binkeyên navokî yên Îranê gerrîyane, lê ti pelgeyek ku xalifîna bernameya navokî ya biaştî ber bi armancên leşkerî nîşan bide, peyda nekirine.

Rejîma Sîyonîst tenha xwedîya çekên navokî li Rojavayê Asyayê ye û çekên xwe yên navokî bi piştgirîyên Amerîkayê ji çavdêrîyên navnetewî dûr ragirtine.

 

 

Serepeyv