Çile 31, 2023 16:00 Asia/Tehran
  •  Bûrsa Tehranê bi bilindbûna 16 hezar yekeyî ya endeksa wê vegeriya rewşa hilkişînê

Endeka Giştî ya Bûrsa Tehranê di dawiya danûstandinên roja Sêşemiyê, 31ê Çileya 2023an, bi zêdebûna 16 hezar û 873 yekeyan, gihîşte miliyonek û 556 yekeyî.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Endeksa Hevkêş” bi zêdebûna 6 hezar û 402 yekeyan gihîşte 486 hezar û 40 yekeyî û “Endeksa Biha” bi zêdebûna sê hezar û 804 yekeyan, gihîşte 288 hezar û 841 yekeyê.

“Endeksa Bazara Yekem” 16 hezar û 199 yeke û “Endeksa Bazara Duyem” 22 hezar û 176 yeke zêde bûn.

Îro di danûstandinên Bûrsa Tehranê, zêde ji 12 miliyar û 58 miliyon Pişk (hîse), “Heqê Pêşengiyê” û “Belgeyên Bihadar” bi bihayê 70 hezar û 675 miliyar Riyalî hatin firotin û kirrîn.

Ji aliyê din va, “Endeksa Raserbûrsê” (OTC) jî roja Sêşemiyê bilindbûneke bi qasî 173 yekeyan tomar kir û gihîşte 20 hezar û 235 yekeyan.

Di vê bazarê da zêde ji pênc miliyar û 838 miliyon belgeyên Pişk û Belgeyên Darayîyê hatin kirrîn an firotin û hejmara carên danûstandinê yên îro li Raserbûrsê zêde ji 305 hezar û 14 caran bû.

 

Serepeyv